Tirkiye

Îro Qendîla Mewlûdê ye

Qendîla Mewlûdê ya ku rojbûna Hezretê Mihemedê pêxemberê dawî ye dê îro bê îdrakkirin di bernameya taybet a li çend mizgeftan dê Qur'ana Pîroz û mewlûda şerîf dê bên xwendin û dia bên kirin.

Elif Orhan   | 07.11.2019
Îro Qendîla Mewlûdê ye

Ankara

Qendîla Mewlûdê ya ku rojbûna Hezretê Mihemedê pêxemberê dawî ye dê îro bê îdrakkirin.

Qendîla Mewlûdê ya ji ber ku Hezretê Mihemed teşrîfê dinyayê kir roja 12emîn a meha rebîûlewelê tê îdraqkirin yek ji roj û şevên giring ên alema îslamê da cî digire.

Mewlûd di ferhengê da tê wateya "cih û wexta jidayikbûnê" di çanda îslamê da jî bi taybetî ji bo rojbûna Mihemed pêxember, merasimên di vê çarçoveyê da tên kirin û berhemên hatine nivîsandin tê bikaranîn.

Midûriya Giştî ya xizmetên Dînî ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê dê ji bo Qendîla Mewlûdê çalakiyên cuda li dar bixe.

Di bernameya taybet a li mizgeftên Eyup Siltan û Fatîha li Stenbolê, Kapuya li Konyayê, Mizgefta Mezin a Ispartayê û Mzigefta Nû ya li Elezîzê Qur'ana Pîroz û mewlûda şerîf dê bên xwendin û dia bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın