Tirkiye

Îran û welatên Ewropayê ji bo danûstandinên li ser xebatên nukleerî dîsa li Stenbolê civiyan

Muhammet Tarhan  | 25.07.2025 - Rojanekırın : 26.07.2025
Îran û welatên Ewropayê ji bo danûstandinên li ser xebatên nukleerî dîsa li Stenbolê civiyan

Istanbul

Şandeyên ku li Serkonsolosxaneya Îranê ya Stenbolê civiyan, ji bo hevdîtinên li ser xebatên nukleerî yên di navbera Îran û Îngiltere, Fransa û Almanyayê da cara duyemîn civiyan.

Wesayîtên ku şande anîn ketin hundirê Serkonsolosxaneya Îranê ya Stenbolê.

Civîn ji çapemeniyê ra girtî tên lidarxistin.

Cîgirên Wezîrên Karên Derva Mecîd Tahtrewançî û Kazim Garîbabadî di civînên ku di asta Cîgirên Wezîrên Karên Derva da têne lidarxistin da nûnertiya Îranê dikin.

Îranê li ser daxwaza aliyên Ewropayî yên peymana nukleerî ya ku di sala 2015an da hatibû îmzekirin, qebûl kir ku dîsa muzakereyan bike.

Koma E3, ya ku ji Îngiltere, Fransa û Almanya pêk tê, ku wekî aliyên Ewropayî yên peymana bi Îranê ra têne zanîn, di 16ê Gulanê da li Stenbolê di asta cîgirên wezîrên karên derva da civiyabûn. Aliyan li hev kiribû ku ligel danûstandinên nerasterast ên di navbera DYA û Îranê da, têkiliyan bidomînin.

Piştî êrîşên Îsraîlê pêvajoya danûstandinan qut bibû.

Dema ku pêvajoya danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê da berdewam dikir, Îsraîlê di 13ê Hezîranê da êrîşeke li dijî Îranê da destpêkirin û pêvajoya muzakereyên bi Amerîka û Ewropayê ra hatibû birîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın