Tenduristî

Wezîrê Tenduristiyê Memîşoglu wê bibe mêvanê Maseya Edîtoran ya AAyê ye

İsmet Karakaş  | 21.10.2024 - Rojanekırın : 22.10.2024
Wezîrê Tenduristiyê Memîşoglu wê bibe mêvanê Maseya Edîtoran ya AAyê ye

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu sibê wê bibe mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA).

Civîna Maseya Edîtoran wê di saet 09.30î da dest pê bike.

Wezîr Memîşoglu di civînê da wê der barê geşedanên rojevê da biaxive û pirsan bibersivîne.

Daxuyaniyên Memîşoglu wê li ser malpera înternetê ya AAyê "www.aa.com.tr"yê bên weşandin û ji ser hesabên Xê yên AAyê "@anadoluajansi, @AACanli" jî bi awayekî demkî wê bikaribin bên şopandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.