Tenduristî

Wezîrê Tenduristiyê Memîşoglu daxuyand ku 1616 hekîmên nû hatin tayînkirin

Duygu Yener  | 07.01.2025 - Rojanekırın : 08.01.2025
Wezîrê Tenduristiyê Memîşoglu daxuyand ku 1616 hekîmên nû hatin tayînkirin

Ankara

ANKARA (AA) - Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu ragihand ku 1616 hekîmên nû hatin tayînkirin.

Memîşoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, di çarçoveya Mukelefiyeta Xizmetê ya Dewletê ya Heyama 120emîn da ji bo pêdiviya tenduristiyê ya bajaran doxtorên nû hatin tayînkirin.

Memîşoglu daxuyand, ji bo zêdekirina qalîteyê ya xizmeta tenduristiyê û seba xizmeta herî baş a welatiyan ew xebatan didomînin û wiha dewam kir, "Me 1616 hekîmên nû tayîn kirin, ji bo welat û miletê me bi xêr be. Ez di wezîfeya wan a nû da ji hekîmên me ra serkeftinê dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.