Wezîr Koca ragihand ku 1,2 ton alîkariya tenduristiyê ya ji bo Xezeyê gihîştiye Misrê

Ankara
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku ji bo gelê Xezeyê 1,2 ton alîkariya tenduristiyê ya ku ji ortez, protez û kelûpelên atolyeyê pêk tê gihîştiye Misrê.
Wezîr Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:
"Alîkariya tenduristiyê ya ku me ji bo gelê Xezeyê şand ku ji 1,2 ton ortez, protez û kelûpelên atolyeyê pêk tê, îro gihîşt Misrê. Tirkiye wê pêçana birînên ji ber trajêdiya li Xezeyê ya ku ji 7ê cotmehê vir va berdewam e, ku ezmûneke mirovahiyê ye, bidomîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.