Tenduristî

Wezîr Koca: Koronavîrus li 33 welatan hat dîtin û ji bo li Tirkiyeyê tunebe em dixebitin

Wezîrê Tenduristiyê Koca: Bi taybetî ji ber temasa personelên tenduristiyê divê parastin hebe û em bi hemû tevdîran xizmetê didomînin. Li 33 welatan hat dîtin, li Tirkiyeyê tune, ji bo tunebe jî em dixebitin. Bira welatiyên me nekevin nav fikaran.

Türkan Tosun  | 26.02.2020 - Rojanekırın : 26.02.2020
Wezîr Koca: Koronavîrus li 33 welatan hat dîtin û ji bo li Tirkiyeyê tunebe em dixebitin

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) der barê mijarên rojevê da axivî.

Wezîr Koca behsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kir û got: "Heta niha li Tirkiyeyê kes bi vîrusa koronayê neketiye. Helbet ev nayê wê meneyê ku wê dernekeve. Lewra ew li hemû dinyayê belav dibe. Ya herî girîng jî şewbê li cînarê me Îranê dest pê kir. Divê em bi tevdîr bin. Rîsk hatiye ber derî û zehf girîng e. Li herêma me her ku diçe belav dibe. Divê em tevdîrên xwe hildin û nehêlin kes ji sînor derbas bibe."

- "Li herêma sînor nexweşxaneyên sahrayê hatin avakirin"

Der barê tevdîrên ji bo vê nexweşiyê tên dîtin da Koca wiha axivî: "Hemû amadehiyên me hene. Çi hewce bike em amade ne. Ji roja ewil da me li hemû bajaran nexweşxaneyên referans destnîşan kirine. Em hemû kesên ji welatên din hatine û ji Çînê ra derbas bûne 14 rojan kontrol dikin. Em ê ji vê şûnda heman tiştî ji bo Îranê jî bikin. Li herêma sînor nexweşxaneyên sahrayê hatin avakirin. Kesên ku çûne Qûm û Meşhedê em wan teqez hildidin karantînayê. Nêrîna me ew e ku kesên çûne Qum û Meşhedê 14 rojan herêma li sînor an nêzî sînor bigrin û hilnedin welêt."

- "Ma hûn dikarin ji RTDyê tiştekî veşêrin?"

Koca der barê îdiaya dibêjin nexweşên vîrusa koronayê ketine vedişêrin da wiha got: "Ma dibe bê dermankirinê berdin û bibêjin 'Encama we negatîf e hûn dikarin herin'? Ma tiştekî wiha dibe? Ma hûn dikarin ji RTDyê tiştekî veşêrin? Dema veşêrin hûn dikarin li dinyayê cî bigrin? Li dinyayê qinaetek heye ku dema hewa germ bibe ev şewb wê kêm bibe, di RTDyê û Lijneya Zanistê ya me da jî ev qinaet heye.

Ji bo kesên ji Îranê hatin Koca wiha agahî da: "Em bi rehetî dikarin bibêjin encamên tu rêwiyekî me pozîtîf nîne, hemû negatîf derketin."

- "Bi taybetî di vê heyamê da paqijî û destşûştin pir girîng e"

Wezîr Koca der barê belavbûna vîrusa koronayê da got: "Ev wek enfeksiyona zekemê belav dibe. Bi taybetî di vê heyamê da paqijî û destşûştin pir girîng e. Lazim nake ku her kes rûpêçan bi kar bîne lêbelê dibê kesên arsimê ketine, serma xwarine û nexweş in rûpêçê bikar bînin. Ez nabêjim wê teqez were cem me, îhtimal heye ku were. Lewra li Îrana cînarê me şewbeke girîng heye.

- "Bira welatiyên me nekevin nav fikaran

Ji bo xizmeta karantînayê Koca wiha got: "Bi taybetî ji ber temasa personelên tenduristiyê divê parastin hebe û em bi hemû tevdîran xizmetê didomînin. Li 33 welatan hat dîtin, li Tirkiyeyê tune, ji bo tunebe jî em dixebitin. Bira welatiyên me nekevin nav fikaran.

Der barê rawestandina seferên balafiran da Wzîr Koca agahî da û wiha got: "Der barê welatekî sêyemîn da ev biryar nehat dayîn."

- "Dermanekî taybet ê ji bo vîrusa koronayê tune"

Koca got hin îdia hene ku dermanê vê nexweşiyê heye an jî hin tişt bê xwarin ev newxeşî nagîhîje mirov û wiha pê da çû: "Li dinyayê hê dermanekî taybet ê antîvîral yê ji bo vîrusa koronayê tune.Hin welat û navendên dibêjin di xebatên aşiyê da pêş ketine hene. Piştî pêvajoya antîkorê ya aşiyê xebatên li klînîkê girîng in. Ya ku herî zêde wext dixwaze jî xebata klînîkê ye. Pêvajo herî kêm 6-9 mehan digre. Em li bendê nînin ku di nav çendekî da aşî were bikaranîn. Ez dixwazim bibêjim baweriya 'hûn filan tiştî bixwîn vîrûs nagihêje we yan jî zû derbas dibe' ne rast e."

Li ser pirsa "ziyareta Hecê wê bê kirin an na" Koca wiha got: "Dibe ku çend roj şûnda Lijneya Zanistê li gor sêyra nexweşiyê pêşniyazekê bike, em ê wê jî bi gel ra parve bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.