Tenduristî, Aborî

Weqfa Tenduristiyê ya Tirkiyeyê û SellYourHotel.comê bang kirin ku di qada turîzma tenduristiyê da veberhênan bên kirin

Muhammet Fatih Kabasakal  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 28.06.2025
Weqfa Tenduristiyê ya Tirkiyeyê û SellYourHotel.comê bang kirin ku di qada turîzma tenduristiyê da veberhênan bên kirin

Istanbul

 Weqfa Tenduristiyê ya Tirkiyeyê û SellYourHotel.comê bang li veberhênerên otelên herêmî û cîhanî kirin ku ew li Tirkiyeyê ya ku di warê turîzma jiyana bitenduristî da derfetan pêşkêş dike, veberhênan bikin.

Li gorî daxuyaniya ku ji SellYourHotelê hat parvekirin, Tirkiye di salên dawî da bûye bazareke ku di turîzma jiyana bitenduristî da xwedî derfetên girîng.

Bi taybetî veberhênanên li ser otelên jiyana bitenduristî, SPA, yoga û navendên detoksê yên ku rê û rêbazên tedawiyên siruştî bi kar tînin di turîzma jiyana bitenduristî da potansiyela mezinbûnê ya Tirkiyeyê da nîşan didin.

Sektora ku derfetan pêşkêşî veberhêneran dike, ne tenê bi çavkaniyên siruştî û avên termal ên Tirkiyeyê, di heman demê da bi lêçûnên maqûl û binesaziya pêşketî va jî derfetan pêşkêşî veberhêneran dike.

Turîzma tenduristî û jiyana tenduristî li tevahiya dinyayê wekî sektoreke ku zûtirî mezin bû, dertê pêş. Tirkiye jî di vê qadê da xurt bûye. Ji 2025an pê va tê payîn ku piştgiriya vê sektorê ji bo Tirkiyeyê 10 milyar dolar be.

Bi taybetî bi zêdebûna veberhênanên ser otelên jiyana bitenduristî va ev bazar zêdetir geş bû û tê payîn ku di bazara turîzma tenduristiyê ya kurewî da para Tirkiyeyê jî zêde bibe.

Her wiha binesaziya berdest a Tirkiyeyê, piştgirî û teşwîqên Wezareta Çand û Turîzmê û şert û mercên guncaw ên veberhênanê, seba karsazan firsendên cazîb in.

Çavkaniyên Germavê û Xweşikahiyên Siruştî", "Xizmeta Biqalîte û Bihayên Erzan", "Piştgiriyên Veberhênanê û Teşwîq" û "Bazara jiyana baş a ku li Tirkiyeyê pêş dikeve" li Tirkiyeyê seba veberhênanên Tenduristî û Jiyana Bitenduristî wekî avantaj dertên pêş.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.