Sedema herî girîng a qansêra gewriyê ya li parêzgehên rojhilatê berbelav e, vexwarina çaya kel e

Erzurum
Zanyarên li ser qansêra gewriyê lêkolînan dikin ya ku li parêzgehên wekî Erzirom, Erzingan, Bayburt, Wan, Agirî, Mûş û Bidlîsê berbelav e, bandora çaya kel a li ser vê cureya qansêrê derxistin holê.
Serokê Makezanista Cerahiya Sing a Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Atîlla Eroglu digel 4 akademîsyenên ji zanîngehên cuda li ser qansêra gewriyê xebat da destpêkirin ku li Rojhilatê Anadoluyê pir berbelav e.
Di çarçoveya xebatê da daneyên 742 mêr û 720 jinan hatin berhevkirin ku 25 sal e teşxîsa qansêra gewriyê bo wan hatiye dayîn û di encamê da hat tesbîtkirin ku ji sedî 85ê van nexweşxan çaya kel vedixwin.
Ev xebata ku ji xeynî çaya kel, faktorên qansêra gewriyê yên wekî irsî, xwarina di warê sebze û fêkiyan da qels, cixare û alkol jî hatin lêkolînkirin, di kovara Turkish Journal of Medical Sciences da hat weşandin.
Prof. Dr. Atîlla Eroglu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, digel hin feydeyên wê, zirarên vexwarina çayê yên ji bo bedena însan hene.
Eroglu diyar kir, li Erziromê di 94-95 pileyê da av dikele, gava îskan tê tijîkirin û şekir tê avêtin, ev germahî dadikeve heya 85-83 pileyan û wiha dewam kir, "Çaya di vê germahiyê da destê mirov jî dişewitîne. Pêşniyaza me ew e ku rojane 5-6 îskan çaya vepesirî were vexwarin, ne ya kel. Çaya kel dibe sedema qansêrê. Nexasim sedema qansêra dev, qirik û gewriyê çaya kel e ku li herêmê pir berbelav e."
Eroglû got çaya ku 85 pile kel tê vexwarin di hezimkirinê da dibe sedema şewatên cidî û guherîna hucreyan û wiha dewam kir: "Çaya kel dibe sedema penceşêrê. Divê çay di bin germahiya 65 pileyan da bê vexwarin. Divê çay di îskanê da 3-4 deqîqe bimîne. Me di lêkolîna xwe ya zanistî ya ku 25 sal dewam kir da tesîra çayê û belavbûna pençeşêra gewriyê ya li herêma me zêde ye şopand. Me wekî daneyên zanistî destnîşan kir ku sedema pençeşêra zengilokê vexwarina çaya kel e. Çaya ku ji 85 pileyî jortir tê vexwarin li gor çaya ku di bin 65 pileyî da tê vexwarin pençeşêra mîdeyê 8 qat zêde dike. Ji kerema xwe çaya kel hinekî sar bikin û paşê vexwin."
Eroglû diyar kir ku wan der barê rêjeya vexwarina çayê li ser du koman lêkolîn kiriye û wiha got: "Di lêkolîna me de derket holê ku sedema herî girîng a penceşêra gewriyê ya li Erzirom, Wan, Agirî, Mûş, Bidlîs, Bayburt û Erzinganê zêdetir ji ber vexwarina çaya kel e. Me kesên ku ji lîtreyekê kêmtir yanê rojê qasî 7-8 fincan çay çayê vedixwin û yên zêdetir çay vedixwin da ber hev. Me tespît kir ku di koma ku rojê 15-20 îskan çay vedixwin da rêjeya pençeşêra gewriyê zêdetir e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.