Tenduristî

Rojê xewa ji 7 saetî kêmtir rîska krîza dilî zêde dike

Hikmet Faruk Başer  | 02.12.2025 - Rojanekırın : 03.12.2025
Rojê xewa ji 7 saetî kêmtir rîska krîza dilî zêde dike

Istanbul

 Doç. Dr. Serkan Kahramanê Pisporê Kardiyolojiyê yê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Cerahiya Sing Dil û Demaran a Mehmet Akîf Ersoy a Zanîngeha Zanistên Tenduristî (SBU) destnîşan kir, di wan kesan da yên ku rojê ji 7 saetan kêmtir radizên, ji ber xitimîna dil û demaran rîska krîza dilî bêtir tê dîtin û her wiha têrênekirina dil zêde dibe.

Kahraman ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku nexweşiyên dil û demaran li hemû dinyayê ji sedemên herî sereke yên mirinan in.

Kahraman destnîşan kir ku ji ber wê çendê, nexweşiyên dil û demaran ne bi tenê li Tirkiyeyê li hemû dinyayê ji bo tenduristiya civakî pirsgirêkeke cidî ye û bi demê ra sedemên wekî extiyarî, nexweşiya şekirê, tansiyonê bilind, kolesterola bilind, cixarekêşan û obezîte, nexweşiyên dil û demaran zêdetir dikin.

Kahraman her wiha bal kişand ku pergala xewê ji hêla tenduristiya dilî pir giring e û ragihand ku li dinyayê ji sê kesan bi kesekî ra bêpergaliya xewê heye.

Doç. Dr. Kahraman her wiha diyar kir ku xewa bêkalîte, rîska krîza dilî û bêpergaliya rîtma dilî zêde dike û wiha dewam kir, "Ku em kêm razên, pêvajoya îltihabî ya em jê ra dibêjin înflamasyon dest pê dike. Ev jî xitimîna dil û her wiha demaran zêde dike. Di wan kesan da yên ku rojê ji 7 saetan kêmtir radizên, ji ber xitimîna dil û demaran rîska krîza dilî bêtir tê dîtin û her wiha têrênekirina dil zêde dibe û bêpergaliya rîtma dilî bêtir xwe nîşan dide."

Kahraman bal kişand ku bi şev razana dereng, kalîteya xewê têk dibe û nexasim di xewa piştî saet 23.00 û 24.00an da kalîte têk diçe.

Kahraman her wiha ji bo şertên xeweke baş jî wiha axivî:

"Ji bo xeweke baş divê mirov di nava rojê da xwe ji bo vê amade bike. Bi taybetî bi roj divê mirov ji xurekên pir bi rûn û xwê dûr bisekine. Mirov divê ji kartêkerên wekî cixare, alkol û kafeînê dûr bisekine. Heger em nava rojê bi têra xwe egzersîzên fîzîkî bikin, ev jî dê bibe wesîle ku em bi şev baş razên."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.