03 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
ANTALYA
Hîndekarê Beşa Endazyariya Xurek ya Fakulteya Endazyariyê ya Zanîngeha Akdenîzê Doç. Dr. Mustafa Erbaş got ku ji bo proteîna rojane ya ku ji goştê sor tê girtin bi giştî bê hildan, divê kesek rojê li gor kîloya xwe serê kîloyê gramekî goştê sor bixwe.
Mustafa Erbaş ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku xwarin û xurek ne bi tenê tenduristiya beden, ji bo tenduristiya hişê mirovan jî girîng e.
"Erbaş got ku goştê sor ji hêla proteînê ve dewlemend e û wiha axivî: "Mirov divê hewcedariya proteînê ya bedenê nîvî ji goşt û nîvî jî ji nebatan bi dest bixe. Ji bo jiyaneke bitenduristî goştê sor girîng e. Goştê sor ji sedî 75 avê, ji sedî 25 jî ji madeya zîha pêk tê. Madeya zîha jê gelek proteîn e. Ji bo ku em proteîna rojane ya ku ji goştê sor tê girtin bê hildan, divê kesek rojê li gor kîloya xwe serê kîloyê gramekî goştê sor bixwe. Mînak kesek 70 kîlo be divê rojê 70 gram goşt bixwe."
Erbaş got ku şûna ku di heftê de rojekî mirov nîv kîlo goşt bixwe, divê mirov vê nîv kîloyê di nav rojan de belav bike û her roj têra xwe gotş bixwe.
Erbaş destnîşan kir ku di nav goşt de amînoasît, vîtamînên B12yê, hesin heye û wiha axivî: "Mirov nikare bihêsanî van tiştan ji nebatan hilde, lê di goşt de ev hene. Lê pijandina goşt jî girîng e. Şûna mangal û sorkirinê, kelandina goşt baştir e. Divê ava goşt û hestiyan jî bê xwarin."