Li Diyarbekirê 24 polîklînîkên nû hatin vekirin
Diyarbakir
Li Diyarbekirê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê 24 polîklînîkên nû dest bi xizmetê kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgehê, piştî ku ew qadên weke labaratuwarê dihatin bikaranîn, veguhastin bo avahiya xizmetê ya nû, ji bo qadên vala ji nû va plansazî hat kirin û 24 polîklînîkên nû dest bi xizmetê kirin.
Bi vê serastkirinê va hejmara polîklînîkên li avahiya sereke ji 127an derket 151ê.
Rêveberê Tenduristiyê yê Parêzgehê Pispor Dr. Emre Asilturk ku di daxuyaniyê da cih dan gotinên wî destnîşan kir ku zêdebûna di qebareya polîklînîkan da ji bo bajêr destkeftiyeke gelekî giring e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
