Tenduristî

Li Derecika ji terorê hat paqijkirin seravanî pêş dikeve

Haydar Şahin  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Li Derecika ji terorê hat paqijkirin seravanî pêş dikeve

Hakkari

Li Derecika navçeya Hekariyê welatiyên ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê cî û warên xwe terk kiribûn piştî herêm ji terorê hat paqijkirin vegeriyan gundên xwe, bi piştgiriya dewletê di serayan da cotkariyê dikin.

Derecika bi salan bi êrîşên terorîstên PKKyî dihat rojevê bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê ji terorê hat paqijkirin. Bi pêkanîna ewlehiyê gelê naveyê gihîşt hizûrê û bi piştgiriya dewletê ji nû va zeviyên xwe diajon.

Welatî li navçeya ji ber mîkroklîmaya wê gelek nebat lê hêşin dibin di serayan da sebze û mêweyan hêşin dikin û vê carê şitlên qawin û zebeşan danîn.

Gelê navçeyê bi salan şûnda dexl û denê xwe difroşe û pê debara xwe dike.

- "Navçeya me ji bo serayê kêrhatî ye"

Omer Faruk Yuceyê Qaymeqam daxuyanî da nûçegihanê AAyê ji ber îklima baş û erdê bi ber û bereket girîngiyê didin xebatên cotkariyê.

Yuce got ji bo cotkarên navçeyê di qada çandiniyê da pêş bixin projeya "hilberîna serayê" dan destpêkirin, Derecik ji ber taybetiya mîkroklîmaya xwe ji bo serayê ciyekî kêrhatî ye.

Yuce got ku ew ê li navçeyê koperatîfê ava bikin cotkaran di bin banekî da kom bikin û wiha pê da çû:

"Di heyama ewil a projeyê da ne. Serayên me di nîsanê da hatin avakirin û şitl hatin danîn. Em ê di nav 2 hefteyan da sebzeyên xwe biqetînin. Ji bo firotina wan jî em pêvajoyê bi navbeynkariya koperatîfê teqîb dikin. Em ê di rojên peşiya me da serayana zêde bikin. Em ê di demeke kin da sîstemê ava bikin û tevkariyê bidin aboriyê. Em ji DAP (Projeya Rojhilatê Anadoluyê) û DAKAyê (Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê) piştgirî sitand. Em di salê da carekî zeviyan naçinin. Em ê 12 mehên salê çandiniyê bidomînin. Dexl û denê ji vê derê were hildan ew ê tevkariyê bide aboriya navçeyê. Ez bawer dikim ku salên pêşiya me Derecikê ji bo Hekarî, Wan û bajarên nêz wekî Mêrsinê bibe navenda hilberînê. Nika di 9 serayan da çandinî dewam dike. 25 serayên din jî ew ê werin avakirin."

Yuce got ku mêwe û sebzeyên li navçeyê werin hêşinkirin ew ê têra herêmê bikin, piştgiriyên didin cotkaran zêde bikin û Derecikê têxin navenda seravaniyê.

Muhsîn Sevîmê cotkar jî destnîşan kir ku di çarçoveya "bernameya cotkarê ciwan" da piştgiriya seraya 252 qeremêtreyî sitand û wiha axivî: "Em di seraya xwe da gelek nebatan diajin û datînîn. Me bi piştgitiya Qaymeqamtiyê 15 hezar şitlên kelak û zebeşan danîn. Em encamên baş bi dest dixin. Piştgiriya dewletê nebûya me nikaribû ev kara bikiria."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın