Tenduristî

Li Agiriyê ekîbên tenduristiyê ji bo ku di şert û mercên zivistanê da xwe bigîhînin nexweşan li ser wezîfeyê ne

Abdullah Söylemez  | 07.12.2025 - Rojanekırın : 07.12.2025
Li Agiriyê ekîbên tenduristiyê ji bo ku di şert û mercên zivistanê da xwe bigîhînin nexweşan li ser wezîfeyê ne Abdullah Söylemez

Ağrı

 Li Agiriyê ekîbên tenduristiyê ji bo ku di şert û mercên zivistanê yên zehmet da bi ambulansên "snowtrack" û wesayîtên UMKEyê va xwe bigîhînin nexweşan, li ser wezîfeya xwe amade ne.

Ekîbên Tenduristiya Bilez a 112 û UMKEyê li bajêr dema ji ber berf û bagerê rêya gundan tê girtin û bi mêtroyan berf dikeve, gelekî hewl didin ku xwe bigîhînin nexweşan.

Ekîb bi ambulansên ku jê ra dibêjin "snowtrack" (wesayîtên berfê) va amade ne ku dema berf, bager, mij û dûman çêbe, nexweşan bigîhînin nexweşxaneyê.

Midûra Tenduristiyê ya Bajêr Esra Beşerê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku li herêmê zivistan dijwar e û ekîb jî gelekî hewl didin ku xwe bigîhînin nexweşan.

Beşerê got ekîb nabêjin şev û roj dixebitin û wiha axivî: "Li bajarê me zivistan dirêj û dijwar e. Bi 3 wesayîtên UMKE û 4 ambulansên ji bo eraziyê va, me hemû amadekariyên xwe kirine ku dema rê ji ber berf û bagerê tên girtin, em xizmetên tenduristiyê yên bênavber bidin welatiyên xwe. Bi 7 ambulansên nû yên ku Wezareta me dane me va em her roj fîloya xwe ya xizmetên tenduristiya acîl berfireh dikin."

Beşerê anî ziman ku li 25 deverên cûda yên li seranserê bajêr 112 îstgeh hene û wiha dewam kir: "Em bi 20 hekîm, 100 teknîsyenên tipê yên acîlê û 125 paramedikên xwe va bi fedakariyeke mezin li qadê xizmeta welatiyên xwe dikin. Rewşa li bajarê me pir dirêj e û wexteke dijwar li benda me ye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.