Jinika 95 salî ji vîrusê filitî û bi çepikan va ji nexweşxaneyê derket
Nurî Ensariyê kurê Îlhan Ensariyê : "Ji bo nexweşên din ev moraleke mezin e. Xwedê zewalê nede dewleta me."
Mardin
Li Mêrdînê jinikeke 95 salî ya ku nexweşiya tansîyon, şekir û alzaymirê pê ra heye û bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ket, ji vîrusê filitî û ji nexweşxaneyê derket.
Îlhan Ensariya 95 salî ji ber vîrusa koronayê çû Nexweşxaneya Mêrdînê û 44 rojan di nexweşxaneyê da ma.
Piştî tedawiyê ji vîrusê filitî û baş bû, bi çepikên malbat û eqrebayên xwe ji nexweşxanêyê derket.
Nurî Ensariyê kurê wê got ji ber ku dêya wê baş bûye û vedigere malê ew kêfxweş in.
Ensarî got dêya 10 sal e erdê ye, nexweşiya tansîyon, şekir û alzaymirê pê ra heye û wiha axivî: "Gelek nexweşiyên dêya min hene, 95 salî ye. Bi vîrusa koronayê ket, lê jê filitî. Ew bi saya xebatkarên tenduristiyê baş bû. Ez spasiya doxtor, sertebîbê me û xebatkarên me yên tenduristiyê dikim. Ji bo nexweş in din ev moraleke mezin e. Xwedê zewalê nede dewleta me."