Tenduristî

Ezmûna Ketina Perwerdehiya Pisporiya Diranan dê di sala 2026an da du caran were kirin

Dilhan Türker Yıldız  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 21.11.2025
Ezmûna Ketina Perwerdehiya Pisporiya Diranan dê di sala 2026an da du caran were kirin

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu ragihand ku Ezmûna Ketina Perwerdehiya Pisporiya Diranan di sala 2026an da, tenê vê carê ji bilî meha cotmehê ewê di meha nîsanê da jî were kirin.

Memişoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand:

"Me biryar da Ezmûna Ketina Perwerdehiya Pisporiya Diranan di sala 2026an da, ji bo tenê ji bo vê carê ji bilî meha cotmehê ewê di meha nîsanê da jî were kirin. Emê di sala 2027an de dest bi pêkanîna ezmûnên salane bikin. Ev guhertin dê kotaya me ya salane ya giştî kêm neke. Ez ji hemî hekîmên diranan ên ku ji bo sala pêş da planan dikin ra serkeftinê dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.