Tenduristî

Di Eyda Qurbanê da 130 hezar xebatkarên tenduristiyê wê wezîfeyê bikin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca:"Di Eyda Qurbanê da li Tirkiyeyê 112 navêndên me yên komutayê û 2 hezar 801 îstasyonên acilê wê xizmetê bidin welatiyên me. 5 hezar û 500an zêdetir jî ambûlansên wê li ser wezîfeyê bin"

Fatih Gazioğlu  | 09.08.2019 - Rojanekırın : 10.08.2019
Di Eyda Qurbanê da 130 hezar xebatkarên tenduristiyê wê wezîfeyê bikin

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku di Eyda Qurbanê da 22 hezarê wan bijîşk, 78 hezar hemşîre, 30 hezar jî xebatkarên din bi tevahî 130 hezar xebatkar wê wezîfeyê bikin.

Wezîr Koca der barê xizmetên ku wê di Eyda Qurbanê bidin da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

"Me hemû pîlan û amadehiyên xwe kirin"

Koca got ku ew ê di eyda da 7 roj û 24 saet bênavber bixebitin û wiha got:"Di eydê da li Tirkiyeyê 112 navêndên me yên komutayê û 2 hezar 801 îstasyonên acilê wê xizmetê bidin welatiyên me. 5 hezar û 500î zêdetir jî ambûlansên me wê bixebitin. 35 hezarê wan xebatkarên xizmetên acil, 22 hezarê wan bijîşk bi tevahî 130 hezar xebatkarên me wê eydê li ser wezîfeyê bin."

- "Divê goştê sorkirî zêde neyê xwarin"

Wezîr Koca ji ber nexşeşiyên ku goşt dibe sedem welatî hişyar kirin û wiha dewam kir:"Bi taybetî di dema qurban tê birîn divê meriv zêde temasî heywanan neke. Divê dezgor li destê xwe bikin û bi wî şiklî qurbanê xwe bibirin. Ji bo insanan her dem kîsta hîdatîk, bruselloz, şarbon, KKKA, tuberkuloz û tenîyozê heye. Divê welatiyên me dîkat bikin. Şûştina destan û bikaranîna dezenfektanan jî girîng e. Ez eyda hemû xebatkar û gelê Tirkiyeyê pîroz dikim."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın