Tenduristî

Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Yerhov tedbîrên Kovîd-19 yên Tirkiyeyê yên di warê turîzmê da nirxand

"Ez di bin tesîra hewldanên aliyê Tirk da mam yên ji bo berdewamiya hatina turîstan, pêkanîna ewlehî û tenduristiya turîstan"

Elif Irmak  | 27.06.2020 - Rojanekırın : 28.06.2020
Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Yerhov tedbîrên Kovîd-19 yên Tirkiyeyê yên di warê turîzmê da nirxand

Ankara

Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksey Yerhov diyar kir ku di pêvajoya şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ma bin tesîra hewldanên aliyê Tirk ên ji bo berdewamiya hatina turîstan, pêkanîna ewlehî û tenduristiya turîstan da.

Balyoz Yerhoz ji nûçegihanê AAyê ra Pergala Belgekirina Turîzma Ewledar û xizmetên turîzmê yên ku dê Tirkiye di pêvajoya normalîzebûnê ya dijî Kovîd-19ê da pêşkêş bike ya ku di çalakiya "Ji nû keşif bike" ya ku hefteya borî li Antalyayê bi beşdariya balyozên ji gelek welatan hat lidarxistin da hat qisekirin, nirxand.

Yerhov got ku "Ez mam bin tesîra hewldanên aliyê Tirk ên ji bo berdewamiya hatina turîstan, pêkanîna ewlehî û tenduristiya turîstan." û bal kişand ku li balafirgeh, otêl û mekanên turîstîk gelek xebat tên kirin.

Yerhov destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji bo "Sertîfîkasyona Turîzma Ewledar" pergaleke gelekî balkêş pêş xist û ev nirxandin kirin:

"Ez wisa difikirim hêja ye ku welatên din jî vê pergalê hîn bibin. Behr û tav wekî her dem xweş e û dilê mirov vedike. Li ser mijara ji nû va destpêkirina seferan û hatina turîstên Ûris da di çarçoveya têkiliyên daimî yên saziyên Ûris û Tirk dixebitin."

Wezareta Çand û Turîzmê eşkere kiribû ku Tirkiye li Ewropayê bû welatê yekemûn ku pergala belgekirina turîzma ewledar tetbîq kir.

- Balyoz û rojnamevanên biyanî ji bo "turîzma ewledar" li Antalyayê hatin ba hev

50 balyozên li Tirkiyeyê peywir dikin, nûnerên mîsyonên dîplomatîk û gelek rojnamevanên biyanî hefteya borî beşdarî çalakiya nasandinê ya ku Pergala Belgekirina Turîzma Ewledar û xizmetên turîzmê yên ku dê Tirkiye di pêvajoya normalîzebûnê ya dijî Kovîd-19ê da pêşkêş bike ya ku di çalakiya "Ji nû keşif bike" hat lidarxistin da hat qisekirin bûbûn.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya çalakiya ku Wezareta Çand û Turîzmê li dar xist da civîna çapemeniy li dar xistibû û gotibû ji bo ku hemû turîstên ku tên Tirkiyeyê di bin şertên ewledar û hijyenîk da tetîla xwe derbas bikin û bi awayekî ewledar vegerin welatê xwe dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın