Tenduristî

6,5 milyon doz aşiya înaktîf wê serê sibê bigihêje Tirkiyeyê

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Weke plana tedarîkê teslîmat bêyî ku bernameya aşiyê asê bibe, wê dewam bike û bigihêje destê me"

İbrahim Atmaca  | 24.01.2021 - Rojanekırın : 25.01.2021
6,5 milyon doz aşiya înaktîf wê serê sibê bigihêje Tirkiyeyê

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand, di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di sewqiyata duyem a aşiyên înaktîf da 10 milyon doz heye û qismê ewil ê sewqiyatê (6,5 milyon doz) wê duşemê serê sibê bigihêje welatê me.

Koca li ser hesabê we yê Twitterê derbarê anîna aşiya ku wê li Tirkiyeyê were kirin da daxuyanî da.

Wezîr Koca wiha got, "Di sewqiyata duyem a aşiyên înaktîf da 10 milyon doz heye û qismê ewil ê sewqiyatê (6,5 milyon doz) wê duşemê serê sibê bigihêje welatê me. Weke plana tedarîkê teslîmat bêyî ku bernameya aşiyê asê bibe, wê dewam bike û bigihêje destê me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.