Li Wanê nexweşa ku singê wê diêşiya bi ambulansa firoke gîhandin nexweşxaneyê

Van
VAN (AA) - Bahçeseraya navçeya Wanê jinek nexweş ket û ew bi ambulansa firoke gîhandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Li gor daxuyaniya Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr, singê jineke 72 salî êşiya û eqrebayên wê ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçeserayê.
Doxtoran li vê derê midaxeleya ewil kir û paşê seba tedqîq û tedawiya nexweşê biryara sewqa wê dan ku bişînin nexweşxaneya Wanê.
Li ser vê ambulansa firoke şandin navçeyê û jinik bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.