Spor

Xwendekara Zanîngeha Bîtlîs Erenê di werzişa kîck boksê da bû şampiyona dinyayê

Berfin Sidar Aşit  | 30.11.2025 - Rojanekırın : 01.12.2025
Xwendekara Zanîngeha Bîtlîs Erenê di werzişa kîck boksê da bû şampiyona dinyayê Bitlis Eren Üniversitesi Rektörlüğü

Bitlis

 Xwendekara Fakulteya Zanistên Werzîşê ya Zanîngeha Bîtlîs Erenê (BEU) Ozlem Melek Korkmaz di Şampiyoniya Dinyayê ya Kîck Boksê ya Mezinan ya ku li Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban (MYE) hat lidarxistin da, madalyaya zêr qezenc kir.

Li gorî daxuyaniya zanîngehê, Korkmaza ku di çalakiya li Abu Dabiyê hat lidarxistin û ji 84 welatan 2 hezar werzîşvan beşdar bûn da Tirkiyeyê temsîl kir, di turnuvayê da performanseke baş nîşan da.

Werzîşvana neteweyî ya ku hevrikên xwe yên ji Portekîz, Qazaxistan û Taylandê têk bir û derbasî fînalê bû, hevrik ra xwe ya Meksîkî bi 3-0 têk bir û bû şampiyona dinyayê.

Rektorê BEUyê Prof. Dr. Necmettîn Elmastaş daxuyand ku ew ji ber serkeftina xwendekara xwe serbilind in.

Elmastaş diyar kir ku ev serkeftina baş a di qada navneteweyî da ji ber xebata wê ya bi dîsîplîn û paşxaneya akademîk a di qada zanistên werzîşê da ye û spasiya kesên ku keda wan di vê serkeftinê da heye, kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.