Xelatên Maratona Stenbolê ya 47emîn hatin dayîn
Istanbul
Xelatên Maratona Stenbolê ya 47emîn hatin dayîn
Merasima xelatdayînê ya Maratona Stenbolê ya 47emîn a Bankaya Kar a Tirkiyeyê ya ku ji aliyê Spor Stenbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) va tê lidarxistin, çêbû.
Merasim li Meydana Sultanahmetê hat lidarxistin.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, Cigirê Waliyê Stenbolê Unal Kiliçarslan, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Nurî Aslan, Serokê Federasyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê Ahmet Karadag û mêvanên din beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê da xelata werzişvanên ku bi ser ketine hatin dayîn.
Rhonzas Lokîtam Kîlîmoyê ku di kategoriya mêran da bû yekemîn û Bîzuager Aderraya ku di kategoriya jinan da bû yekemîn, her yekî 50 hezar dolar xelat hildan.
Werzişvanên jin û mêr ên ku di klasmana giştî da bûn duyemîn 20 hezar dolar, werzişvanên jin û mêr ên ku bûn sêyemîn jî 10 hezar dolar xelat hildan.
