Werzişvanên xweşiqitandinê yên Mûşî di vê sir û sermayê da ji bo şampiyoniyan amadehiyan dikin
Muş
Li Mûşê werzişvanên xweşiqitandinê guh nadin sir û sermayê, ji bo pêşbirkan amadehiyên xwe dikin.
Werzişvan di bin banê Midûriyeta Werziş û Ciwaniyê ya Mûşê li Navenda Xweşiqitandinê ya Guzeldagê ya ku 8 kîlomêtro dûrî navendê ye, antremanan dikin.
Germahiya hewayê hin caran di binê sifirê da heta 20 pileyan kêm dibe, lê werzişvan guh nadin sermayê û ji bo pêşbirkên ku wê li Qeyserî, Erzirom, Hekarî û Boluyê bên lidarxistin amadehiyan dikin.
Werzişvanên ku wê beşdarî Şampiyoniya Tirkiyeyê ya Xweşiqitandina Revê ya ku di navbera 7-10ê Adarê da li Erziromê û Şampiyoniya Tirkiyeyê ya Xweşiqitandina Bidîsîplîn ya Alpê ya ku di navbera 13-15ê Adarê da bê lidarxistin bibin, dixwazin bi serkeftinên xwe va tevlî tîma neteweyî bibin.
Midûrê Werziş û Ciwaniyê yê Bajêr Yusuf Kiliç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku eleqeya ji bo xweşiqitandinê li Mûşê her sal zêdetir dibe.
Rahênerê xweşiqitandinê Suleyman Yildirim jî wiha got: "Em ê werzişvanên xwe bibin pêşbirkên ku wê li Erziromê werin lidarxistin. Hewa her çiqas sar be jî em antremanên xwe bê navber didomînin. Em bi piştgiriya Midûriyeta me xebatên xwe didomînin."
Werzişvanê neteweyî Bayram Guler got wî bi piştgiriya rahênerên xwe dest bi werzişa xweşiqitandinê kiriye û ev 13 sal in ku vê werzişê dike.
Guler diyar kir ku ew ji bo pêşbirkên ku wê li Erziromê werin lidarxistin di sermayê da antremanan dikin.
Ji werzişvanan Tuana Ozbeyê jî anî ziman ku ew 4 sal in ku vê werzişê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
