Spor

Werzişvanên Tîma Neteweyî ya Muay Thaiyê li ser Kalderaya Nemrûdê ji bo şampiyontiyê amade dibin

Ahmet Okur, Servet Taşdemir  | 09.09.2021 - Rojanekırın : 16.09.2021
Werzişvanên Tîma Neteweyî ya Muay Thaiyê li ser Kalderaya Nemrûdê ji bo şampiyontiyê amade dibin

Bitlis

Werzişvanên Tîma Neteweyî yên Muay Thaiyê ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin Tetwana navçeya Bidlîsê, li dora Gola Krater a Nemrûdê ku raqima wê 2 hezar û 250 ye, antrenman kirin.

Li Taylandê di 1-14ê berfanbarê da Şampiyonaya Dinyayê ya Muay Thaiyê wê were lidarxistin û 46 werzişvanên ku ji 18 bajaran hatin navçeyê, li ser Kalderaya Nemrûdê bona şampiyonê amade dibin.

Serokê Herêma Rojhilatê Anadoluyê yê Muay Thaiyê û Antrenorê Tîma Neteweyî Omer Ugur daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, ew kêfxweş in ku werzişvanên tîma neteweyî li Bidlîsê diezimînin û bi wan kamp da kirin.

Ugur diyar kir ku wan li qadên sporê yên li Tetwanê 9 rojan ser hev antrenman kirin û wiha dewam kir, "Digel antrenmanan werzişvanên me di wextên xwe yên vala da xweşikahiyên bajarê me yên siruştî û dîrokî dîtin. Ez hêvî dikim ku wê madalyonên pir baş bistînin û wisa vegerin welatê me."

Antrenorê Tîma Neteweyî yê Muay Thaiyê Murat Çeken jî got ku kampa sporê ya ku li Tetwanê hat lidarxistin, pir baş derbas bû.

Ji werzişvanan Bedîha Taçyildizê jî got ku ew ji 10 saliya xwe heta niha beşdarî kampên tîma neteweyî dibe. Taçyildizê diyar kir ku kampa wan pir baş derbas bû û wiha dewam kir: "Me antrenmanên xwe li ser Nemrûdê kirin. Tîma me pir jêhatî ye. Di nav me da şampiyonên dinyayê hene. Li gor min em ê mohra xwe li şampiyonaya dinyayê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.