Spor

Vansporê ji bo dîrektoriya teknîkê bi Osman Zekî Korkmaz ra li hev kir

Nevzat Umut Uzel  | 09.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Vansporê ji bo dîrektoriya teknîkê bi Osman Zekî Korkmaz ra li hev kir

Van

 Osman Zekî Korkmaz bû dîrektorê teknîkê yê nû yê Îmaj Altyapi Vanspora ji ekîba Lîga 1emîn a Trendyolê.

Di daxuyaniya ku ji kulûbê hat dayîn da wiha hat gotin, "Kulûba me ji bo wezîfeya dîrektoriya teknîkê bi Osman Zekî Korkmaz ra li hev kir. Em di wezîfeya wî ya nû da ji Osman Zekî Korkmaz ra serkeftinê dixwazin û hêvî dikin ku ji bo camîeya me jî bi xêr be."

Vansporê rêya xwe û ya dîrektorê teknîkê Hakan Kutlu veqetandibû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.