Ankara
Galatasarayê di nîvfînala Kupaya Super a Turkcellê da Trabzonspor bi 4-1 têk bir û derbasî fînalê bû.
Galatasaray û Trabzonspor di nîvfînala Kupaya Super a Turkcellê da li Stada Gazîentabê derketin pêşberî hev.
Hakem Cîhan Aydin, Anil Usta û Serkan Çîmen pêşbirkê bi rê va birin.
Di deqîqeya 38emîn da Bariş Alper Yilmaz golek avêt û Galatasaray 1-0 pêş ket.
Eren Elmali di deqîqeya 45+2yemîn da golek avêt û tîm li hemberî Trabzonsporê 2-0 bi ser ket.
Trabzonsporê di deqîqeya 55emîn da bi gola Felîpe Augusto va encama pêşpirkê wekî 2-1 guherand.
Yunus Akgun di deqîqeya 64emîn da golek avêt û Galatasaray bû xwedî 3 golan.
Di deqîqeya 81emîn da Mauro Icardî jî golek avêt û Galatasaray gihîşt 4 golan.
Pêşbirk bi 4-1 serkeftina Galatasarayê va dawî bû.
Piştî vê encamê Galatasaray derbasî fînalê bû.
