Spor

Di pêşbirkên Kupaya Dinyayê da Tirkiyeyê 6-1 Bulxaristan têk bir

Hilmi Sever  | 12.10.2025 - Rojanekırın : 12.10.2025
Di pêşbirkên Kupaya Dinyayê da Tirkiyeyê 6-1 Bulxaristan têk bir

Sofiya

Di Pêşbirkên Ewropayê ya Kupaya Dinyayê ya FIFA 2026an da Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê di deplasmanê da 6-1 Bulxaristan têk bir.

Pêşbirka di navbera Tirkiye û Bulxaristanê da li Stada Neteweyî ya Vasîl Levskiyê ya li Sofyaya paytextê Bulxaristanê hat lîstin.

Arda Guler di deqîqeya 11emîn a pêşbirkê da gola ewil avêt û tîma Tirkiyeyê 1-0 bi ser ket.

Ji tîma Bulxaristanê Radoslav Kîrîlov di deqîqeya 13emîn da golek avêt û her du tîm beranberî hev man.

Di deqîqeya 49emîn da Vîktor Popov bi Kenan Yildiz ra tevgeriya, lê gol avêt qeleya xwe û Tirkiye 2-1 bi ser ket.

Kenan Yildiz di deqîqeyên 51 û 56emîn da 2 gol avêtin û Tîma Neteweyî 4-1 bi ser ket.

Tirkiyeyê di deqîqeya 65emîn da gola xwe ya 5emîn avêt. Zekî Çelîk bi serê xwe gogê xist û encama pêşbirkê bû 5-1.

Di deqîqeya 90+3emîn da Îrfan Can Kahvecî golek avêt û Tirkiye bû 6, lê Bulxaristan bi golekê va ma.

Pêşbirk 6-1 bi serkeftina Tirkiyeyê va qediya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.