Tîma Ayê ya Neteweyî ya Fitbolê dê bibe mêvanê Kosovayê
Istanbul
Maçên fînalê yên tûra play-offê yên Neqandina Ewropayê yên Kûpaya Cihanî ya FIFA 2026an dê sibê bên kirin.
Ji parzemîna Ewropayê 4 tîmên dawîn ên ku dê beşdarî Kûpaya Cihanî bibin, dê bi 4 maçên fînalên play-offê va diyar bibin.
Tîma Ayê ya Neteweyî ya Fitbolê ku di nîvefînalê da bi skora 1-0ê va Romanya têk bir, dê di fînala tûra play-offê da bi dema Tirkiyeyê di saet 21.45an da bibe mêvanê Kosovayê.
Tîma neteweyî heger reqîbê xwe têk bibe, dê piştî 24 salan mafê beşdariya Kûpaya Cihanî bi dest bixe.
Kûpaya Cihanî ya FIFA 2026an bi mazûvaniya Amerîka, Meksîka û Kanadayê va dê di 11ê Hezîranê-19ê Tîrmehê da bi rê va biçe.
Maçên fînalên tûra play-offê yên ku dê bi dema Tirkiyeyê di saet 21.45an da dest pê bikin wiha ne:
Bosna Hersek-Îtalya
Swêd-Polonya
Kosova-Tirkiye
Çekya-Danîmarka
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
