Spor

Tîbor Del Grossoyê di etaba duyem a TUR 2025an da bû duyem: "Li Tirkiyeyê serkeftin hesteke nûwaze ye"

Erkan Tiryaki, Emre Aşıkçı  | 29.04.2025 - Rojanekırın : 29.04.2025
Tîbor Del Grossoyê di etaba duyem a TUR 2025an da bû duyem: "Li Tirkiyeyê serkeftin hesteke nûwaze ye"

Antalya

 Werzişvanê Hollandî Tîbor Del Grossoyê ji tîma Alpecîn-Deceunînckê ku etaba duyemîn a Tûra Bîsîkletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 60emîn (TUR 2025) qezenc kir, daxuyand ku li Tirkiyeyê serkeftin hesteke nûwaze ye.

Del Grossoyê 21 salî beriya pêşbirka etaba Fethiye û Marmarîsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Werzişvanê ciwan got ku ev serkeftina wî ya ewil a profesyonel e û wiha axivî: "Pir xweş e ku ez yekem serkeftina xwe ya profesyonel bi dest dixim. Di çend hefteyên dawî da min hîs dikir ku ez nêzîk bûme û li vir, li Tirkiyeyê serkeftin hesteke nûwaze ye. Bêguman hin werzişvanên bihêz hebûn û dema ku ez diketim nav pêşbirkê, min xwe ewqas xwebawer hîs nedikir. Ji ber vê yekê, erê bi rastî jî pir xweş e ku min ew têk birin."

Werzişvanê Holandî anî ziman ku pêşbirka îro zêdetir teknîkî ye û wiha dewam kir: "Îro wê hinekî teknîkî be ku kêfa min jê ra hat. Duh zêde kêfa min çênebû. Hewa heta niha pir baş bû. Duh pir germ bû. Ez difikirim ku çend kesên din jî germ hîs kir. Erê, dibe ku di çend rojên pêş da hinekî baran bibare. Min bihîst ku dema baran dibare, wesayîta meriv di rêyan da pir dişemite, lê heta niha hewa baş bû."

Del Grosso got ew ji ber eleqeya gelê Tirk kêfxweş e û wiha axivî: "Ez li kêleka rê gelek însanan dibînim, hemû zarok derdikevin derva. Ji bilî wê, ez şêraniya Tirkan peqleweyê pir hez dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın