Spor

Trabzonspor wê di nîvfînala Kupaya Super da derkeve pêşberî Galatasarayê

Selçuk Kılıç  | 04.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Trabzonspor wê di nîvfînala Kupaya Super da derkeve pêşberî Galatasarayê

Trabzon

TRABZON (AA) - Trabzonspor wê di nîvfînala Kupaya Super a Turkcellê da sibê li Gazîentabê derkeve pêşberî Galatasarayê.

Pêşbirka li Stada Gazîentabê wê di saet 20.30î da dest pê bike û hakem Cîhan Aydin wê pêşbirkê bi rê va bibe.

Trabzonspora ku sezona borî di fînala Kupaya Tirkiyeyê ya Ziraatê da dîsa li Gazîentanê bi Galatasarayê ra lîstibû û li hemberî wê 3-0 têk çûbû niha armanc dike ku hevrikê xwe têk bibe û bigihîje fînala Kupaya Super.

Di tîma Behra Reş da Onuachu û Oulaî yên ku ji bo Kupaya Neteweyî ya Afrîkayê çûne kampên tîmên xwe yên neteweyî, Vîsca û Baniya yên ku emeliyat bûne û Savîc û Mustafa Eskîhellaç ên ku hê seqetbûna wan dewam dikin wê nikaribin derkevin vê pêşbirkê. Arif Boşlukê ku veqetîna wî ya ji tîmê tê nîqaşkirin jî wê di tîmê da cî negire.

Tê payîn ku Folcarellî û Okay Yokuşlu ên ku bi bi tîmê ra dest bi antremanê kirine jî di nav tîmê da cî bigirin.

Trabzonspor wê li tesîsên xwe antremanên xwe temam bike û paşê di saet 16.00î da bi balafireke taybet ber bi Gazîentabê va here.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.