Tirkiye piştî 24 salan dîsa beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe
Kosova
BOZHAN MEMÎŞ - Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê, piştî ku di fînala play-offên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an da Kosovayê bi 1-0 têk bir, piştî 24 salan cara yekem cihê xwe di Kûpaya Cîhanê da misoger kir.

Tîma neteweyî ya Tirkiyeyê li Stadyuma Fadil Vokrrî, bi gola Kerem Akturkoglu, serketî derket û piştî maçê bi coşeke mezin pîroz kir.
Bi vê encamê, Tirkiyeya ku ji bo Kûpaya Cîhanê ya ku ji hêla DYA, Meksîka û Kanadayê ve bi hev ra tê lidarxistin, maf bi dest anî piştî 24 salan dê dîsa beşdarî turnuvayê bibe.
Tirkiye dê di Koma D ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an da be û dê bi DYA, Paraguay û Avusturalyayê ra were pêşberî hev.
Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê herî dawî di sala 2002an da beşdarî Kûpaya Cîhanê bû, ku ji hêla Koreya Başûr û Japonya ve bi hev ra hate lidarxistin û di rêza 3yemîn da bi dawî bû.
Tîma neteweyî ya futbolê ya Tirkiyeyê di koma ku Brezîlya, Kosta Rîka û Çîn jî tê da bûn da di rêza duyemîn da bi dawî bû, di tûra 16an da Japonya û di çaryekfînalê da zora Senegalê bir û gihîşt nîvfînalê. Tîma neteweyî ya futbolê ya Tirkiyeyê piştî ku di nîvfînalê da li hember Brezîlyayê 1-0 winda kir, di pêşbirka rêza sêyemîn da Koreya Başûr a mêvandar 3-2 têk bir.
- Tîma Neteweyî cara 3yemîn di Kûpaya Cîhanê da ne
Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê dê cara sêyemîn di dîroka xwe da beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe.
Tîma neteweyî berê di salên 1950, 1954 û 2002an da ji bo beşdariya Kûpaya Cîhanê maf bi dest xistibû, lê ji ber sînorkirinên demê nekarîbû beşdarî tûrnûvaya 1950an a li Brezîlyayê bibe.
Fînalên play-off ên Maçên Hilbijartinê yên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026 bi dawî bûn.
Di vê navberê da, bi çar maçên ku di fînalên play-off de hatine lîstin, çar welatên Ewropî yên dawîn ên ku ji bo Kûpaya Cîhanê hatine hilbijartin hatine diyarkirin.

Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê bi têkbirina Kosovayê li derva 1-0, piştî 24 salan cara yekem cihê xwe di Kûpaya Cîhanê da misoger kir.
Ji bilî vê tîma neteweyî, Swêd, Komara Çek û Bosna Hersegê jî beşdariya Kûpaya Cîhanê misoger kirin.
Îtalyaya ku çar caran bû şampiyonê Kûpaya Cîhanê, piştî ku bi penaltiyan li hember Bosna Hersegê winda kir, sê caran li pey hev nekarî beşdarî turnuvayê bibe.
Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026, ku dê ji hêla DYA, Meksîka û Kanadayê va were lidarxistin, dê ji 11ê Hezîranê heta 19ê Tîrmehê pêk were.
Encamên fînalên play-off wiha ne:
Bosna Herseg-Îtalya: 1-1 (4-1 bi penaltiyan)
Swêd-Polonya: 3-2
Kosovo-Tirkiye: 0-1
Çekya-Danîmarka: 2-2 (3-1 bi penaltiyan)

