Spor, Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Tenîsvanê Ûris Medvedev ji karîyera xwe bi fikar e

Doğa Kırmızıoğlu  | 10.03.2022 - Rojanekırın : 11.03.2022
Tenîsvanê Ûris Medvedev ji karîyera xwe bi fikar e

Ankara

Tenîsvanê Ûris Daniil Medvedev di rêza dinyayê da ji nav mêran yekemîn e. Medvedev diyar kir, ji ber nizane wê destûrê bidinê ku di turnuvayan da bilîze an na, ew bi fikar e.

Piştî ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir, biryarên tengavkirinê seba werzişvanên Ûris jî hatin dayîn. Medvedev li Amerîkayê wekî werzişvanekî bêalî, beşdarî turnuvaya Indian Wells Mastersê bû û beriya ku pêşbirka xwe ya ewil bileyîze, civîna çapemeniyê li dar xist.

Medvedev diyar kir, ji ber îhtimala ku ew ê tenîsê nedomîne, ew bi fikar e û wiha dewam kir, "Axaftina der barê vê mijarê her wext dijwar e, lewra ez dixwazim di turnuvayên welatên cuda da tenîs bileyîzim. Ez dixwazim vê lîstikê li welatê xwe jî temsîl bikim. Lêbelê di şert û mercên îro da tişta ku ez dikarim tenê ew e, heke destûr were dayîn, ez ê bileyîzim."

Medvedevê 26 salî destnîşan kir ku tenîs werzişeke şexsî ye û wiha dewam kir, "Hin federasyonan werzişvanên Ûris bi temamî ji organîzasyonên xwe derxistin. Ez di ferqê da me ku ez ê ji werzişê dûr bikevim, lê hêvî dikim ku wisa nebe."

Bi hinceta ku welatê wan piştgirî da Rûsyayê werzişvanên Belarûsî û Rûsî ji gelek sporên tîman ên wekî fitbol, atletîzm, badmînton, kano, patena ser cemedê û ji Lîstikên Paralîmpîk ên Zivistanê yên Pekînê ya 2022yê hatibûn îxrackirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.