Spor

Tekvandovana neteweyî Hatice Kubra Îlgunê di Tokyo 2020î da madalyaya bronz wergirt

Emrah Oktay  | 25.07.2021 - Rojanekırın : 26.07.2021
Tekvandovana neteweyî Hatice Kubra Îlgunê di Tokyo 2020î da madalyaya bronz wergirt

Tokyo

Tenvandovana neteweyî Hatice Kubra Îlgunê di Lîstikên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î da di 57 kîloyan da madalyaya bronz wergirt.

Di pêşbirkên tekvandoyê yên li Salon A ya Mahuharî Messeyê da Hatice Kubrayê di tûra 16ên dawîn da ji Nishi Lee Lindo Alvareza Kosta Rikayî têk bir û derket çaryek fînalê. Tekvandovana neteweyî di vê astê da li hemberî Anastasija Zolotica Amerîkayî têk çû û şansê xwe yê derketina fînalê ji dest da.

Werzişvana neteweyî ya 29 salî di repesajê da derket hemberî Nada Laaraja Fasî û her wiha di pêşbirka madalyaya bronz da jî derket hemberî Kimia Zenoorin Alizedeha Îranî ya ji Tîma Werzişvanên Olîmpîk ên Penaber.

Hatice Kubrayê di raunda ewil da 3-2 di para da ma, lêbelê raunda 2yem 2-0 qazanc ki û di skora giştî da jî 4-3 da pêşiyê. Hatice Kubra Îlgunê di beşa dawîn da jî xeletî nekir û raund 4-3 bi dest xist û her wiha maç jî 8-6 ji hevrika xwe bir û madalyaya bronz qazanc kir.

Piştî Hakan Reçber, Hatice Kubra Îlgunê bû werzişvana 2yem ku li ser navê Tirkiyeyê madalya qazanc kir.

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî maç temaşe kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.