Tîma Fitbolê ya A Millî amadehiyên pêşbirka Romanyayê kuta kirin
Istanbul
Tîma Fitbolê ya A Millî wê sibê di nîvefînala tûra play-offê ya Seridandinên Ewropayê ya Kûpaya Dinyayê ya FIFAya 2026an da bi Romanyayê ra bileyîze û ji bo pêşbirkê amadehiyên xwe kuta kirin.
Li Tesîsên Kamp û Perwedeya Tîmên Neteweyî ya Hasan Dogan a TFFyê bi rêvebirina dîrektorê teknîkê Vincenzo Montella antrenman hat kirin û 15 deqîqeyên wê ji çapemeniyê ra vekirî bû. Di beşa ku ji çapemeniyê ra girtî dewam kir da organîzasyona taktîkî ya pêşbirka Romanyayê hat nirxandin.
Di antrenmanê da Zekî Çelîk bi serê xwe xebitî, tedawiya Merîh Demirel jî dewam kir.
Tîma neteweyî wê sibê di 20.00î da li Beşîktaş Parkê (Tupraş) bi Romanyayê ra bileyîze.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
