Spor

Serokomar Erdogan otobusek bi diyarî da Tîma Futbolê ya Jinan a Sporê ya Yuksekovasporê

Ulaş Güven  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
Serokomar Erdogan otobusek bi diyarî da Tîma Futbolê ya Jinan a Sporê ya Yuksekovasporê Ulaş Güven

Hakkari

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan otobusek bi diyarî da Tîma Futbolê ya Jinan a Sporê ya Yuksekovasporê ku di Lîga Superê ya Futbola Jinan a Turkcellê dilîze.

Li qada tesîsên werzişê merasimek ji bo otobusê hat lidarxistin û rêveberiya klubê ew wergirt.

Di merasimê da ku qurban hatin serjêkirin û dua hatin kirin, werzişvanan govend girt û bi Qaymeqamê Navçeyê Mustafa Akin û beşdaran ra kêfxweşiya xwe parve kirin.

Qaymeqamê navçeyê Akin spasiya Serokomar Erdogan kir û got, "Hêvîdar im ku em bi saya vê otobusê şampiyoniyên mezin bi gelê xwe ra pîroz bikin. Em bi kelecan li benda van serkeftinan in. Ez spasiya her kesê ku beşdar bûye dikim."

Rahênera alîkar a tîmê, Kubra Şenê got, "Em îro li vir kom bûne da ku hatina otobusa xwe ya nû pîroz bikin. Ev ji bo tîma me destkeftiyeke giring e. Em spasiya xwe ji piştevanê xwe yê herî hêja, Serokomar Recep Tayyip Erdogan ra tînin ziman. Bi saya wî, niha otobusa tîma me heye. Em pir kêfxweş in."

Piştî axaftinan, beşdaran û werzişvanan bi otobusa tîmê gera bajêr kirin.

Serdozger Osman Altintaş, Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Burhan Yaşar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hin serokên saziyan beşdarî merasimê bûn.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di 27ê Tebaxa 2025an de li Kuliyeya Serokomariyê, pêşwaziya Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovasporê kiribû.

Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovasporê, şampiyoniya Lîga 1emîn a Jinan a TFFê bi dest xistibû û derbasî Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Turkcell bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.