Spor

Serkeftina fitbolê ya jinên ji Hekariyê

Hekarîgucuya Taxima Fitbolê ya Jinan li gel gotina "jin nikarin gogê bilîzin" par derkete Lîga 1ê ya Jinan a Federasyona Fitbolê Tirkiyeyê û bi serkeftî têkoşîna xwe didomîne

Haydar Şahin  | 01.11.2018 - Rojanekırın : 04.11.2018
Serkeftina fitbolê ya jinên ji Hekariyê

Hakkari

HAKKARİ 

Hekarîgucuya Taxima Fitbolê ya Jinan li gel gotina "jin nikarin gogê bilîzin" par derkete Lîga 1ê ya Jinan a Federasyona Fitbolê Tirkiyeyê (FFT) û bi serkeftî têkoşîna xwe didomîne

Kuluba ku di sala 2008an da li Hekariyê hat avakirin piştî lîga amator di lîgên 3 û 2yan da seruvena xwe domand. Taxima par Lîga 2yan di rêza 2yan da temam kir û piştî pêşbirkên play-offê derkete Lîga 1ê ya Jinan ya FFTyê. Taximê bi piştgiriya lîgiran va di pêşbirka ewil da 3-2 qezenc kir û bi destpêkeke baş dest bi pêşbirkan kir.

Gogbazên jin amadehiyên pêşbirka ku di 3yê mijdarê da bi Beşîktaşê ra bilîzin didomînin.

- "Trîbun devedevî tijî dibin"

Kiymet Kurta Seroka Kulubê û gogbaza taxima berê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir 10 sal berê bi kadroya ji 18 kesan pêk tê va dest bi fitbolê kirin û gelek tengasî kişandin.

Kurtê got ku yekoyekê ji astengan xilas bûn û hatin vê astê û wiha axivî: "dema me dest bi fitbolê kir gotin 'qîz çawa şortan li xwe dikin, çava gogê dilîzin'. Lewra dema dibêjin fitbol mêr tên bîra her kesî. Lêbelê em heqê wê derketin û bi ser ketin. Em nika mêze dikin ku trîbun devedevî tijî dibin. Malbatên me jî tên piştgiriyê didin."

Kurt got berê dema diçû gundê xwe bavê wê digot 'tu nikarî gog bilîzî' lêbelê nika piştgiriya herî mezin jî bavê wê dide.

Kurtê destnîşan kir ku berê nikaribûn bi şortan ji çarşiyê derbas bibin û wiha pê da çû: "Em nika bi rihetî şortên xwe li xwe dikin û diçin û tên. Gel piştgiriyê dide me. Li ku derê bibînin selamê didin me. Em jî kêfxweş dibin."

- Li kulubê 150 gogbazên jin hene

Kurta Serok got ku di lîgê da bi 25 gogbazan têkoşîna xwe didomînin, di binesaziya wan da 150 gogbazên jin hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın