Spor

Şahîka Ercumenê rekora dinyayê şikand

Rekortmena noqavê ya dinyayê û werzişvana neteweyî Şahîka Ercumen li Aydincika navçeya Mêrsînê di Şikefta Gîlîndîreyê da xwe ceriband û di kategoriya bê palet da noqî nav avê bû û di bêhnekê da 100 mêtre çû bin avê û rekora dinyayê ya jinan şikênand

İbrahim Atmaca  | 28.10.2019 - Rojanekırın : 30.10.2019
Şahîka Ercumenê rekora dinyayê şikand

Mersin

 Rekortmena naqavê ya dinyayê û werzişvana neteweyî Şahîka Ercumen li Aydincika navçeya Mêrsînê di Şikefta Gîlîndîreyê da xwe ceriband û di kategoriya bê palet da noqî nav avê bû û di bêhnekê da 100 mêtre çû bin avê û rekora dinyayê ya jinan şikênand.

Şahîka Ercumên çendîn roj in di şikeftê da antrenmanan dike. Ji serê sibê pê va seba ceribandina rekorê xwe noqî nava avê kir. Wezareta Sanayî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Sporê û Ajansa Pêşketinê ya Çukurovayê piştgiriyê didin vê ceribandinê.

Ercumenê bê palet di bêhnekê da xwe berda nav avê û rekora dinyayê şikênand. Beriya wê rekora dinyayê di 90 mêtreyî da hatibû şikênandin.

Şahîka ket Kitêba Rekorên Dinyayê ya Guinness û pir şa bû.

Şahîkayê pankarta ku li ser, "Ev rekor di salvegera 96emîn a Komara me da bira ji Mehmetçîk ra bibe diyari." vekir û silava eskerî da.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın