Spor

Rekora li ser lingekî banzdana ji ser kap ra bi dest xist

Ali Polat ku li Şaredariya Tarsûsa Mêrsînê dixebite, li ser lingekî xwe di deqîqeyeqê da 252 caran ji ser kap ra banz da û ew maf bi dest xist ku têkeve Pirtûka Rekoran Guinnessê.

Önder Beyter  | 25.09.2018 - Rojanekırın : 27.09.2018
Rekora li ser lingekî banzdana ji ser kap ra bi dest xist

Mersin

MERSÎN 

Ali Polatê 50 salî ku li Şaredariya Tarsûsa Mêrsînê dixebite, li ser lingekî xwe di deqîqeyeqê da 252 caran ji ser kap ra banz da û ew maf bi dest xist ku têkeve Pirtûka Rekoran Guinnessê.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Tarsûsê, Ali Polat ku ji personelên Midûriyeta Îkmalê ya Makîneyê ye, dîmenê xwe yê ku li ser lingekî di deqîqeyeqê da 252 caran ji ser kap ra banz da, kişand.

Ji Polatê ku qeyda vîdeoyê gihand Guinnessê ra sertîfîka hat şandin.

Di daxuyaniyê da cih dan axaftina Polat jî ku diyar dike, ew di atolyeya şaredariyê da xebitî û herwiha zehf kêfxweş e ku rekor bi dest xist û bi ser ket.

Polat diyar kir ku wî ew maf bi dest xist û têkeve Pirtûka Rekoran Guinnessê û wiha dewam kir:

"Meraqa bazdana ji ser kap ra ji zaroktiyê vir va bi min ra heye. Paşê min Guinness ferq kir û min dît ku ez ji yên ku li wir dikevin hevrikiyê çêtir im. Yên din nikarin bi qasî min ji ser kap ra banz bidin. Guinnessê 250 dixwest û min jî li ser lingekî xwe di deqîqeyeqê da 252 caran ji ser kap ra banz da û vîdeoya wê şand. Encam hat pesendkirin, ez pir kêfxweş im. Piştî min, yên ku dikarin 220 carî banz bidin hene. Wate min ji hevrikê xwe 32 carî zêdetir banz da."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.