Spor

Real Madrîd derkete fînala çaryek

Di pêşbirka deplamanê da Leganesê 1-0 ji Real Madrîdê bir lêbelê ji ber ku Real Madrîdê di pêşbirk ewil da 3-0 ji Leganes biribû bi ser ket û derkete fînala çaryek

Haydar Şahin  | 17.01.2019 - Rojanekırın : 18.01.2019
Real Madrîd derkete fînala çaryek

Madrid

MADRÎD 

Real Madrîdê di tura 16an a Kupaya Qral a Îspanyayê da bi Leganesê ra lîst û derkete fînala çaryek.

Di pêşbirka deplamanê da Leganesê 1-0 ji Real Madrîdê bir lêbelê ji ber ku Real Madrîdê di pêşbirk ewil da 3-0 ji Leganes biribû bi ser ket û derkete fînala çaryek. Di deqîqeya 31ê da Martin Braithwaite gola Leganesê avêt.

Mauricio Pellegrinoyê direktorê teknîkî yê Leganesê ji ber ku îtirazî hekem kir di deqîqeya 86an da karta sor xwar û ji qadê derket.

Wekî mayîn Gareth Bale, Tonî Kroos, qeleparêz Thibaut Courtois, Marco Asensio, Karîm Benzema, Marcos Llorente û Jesus Vallejoyê lîstikvanên Real Madrîdê ên seqet bibûn di pêşbirkê da cî negirtin.

Iscoyê di van demên dawîn da ji bo wî gelek nîqaş tên kirin û tê gotin ku dixwaze ji taximê veqete jî di nav 11 kesên ewil da li dijî Leganesê derkete rasta gogê. Santîago Solariyê direktorê teknîkî di deqîqeya 68an da Isco ji lîstikê hilda.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.