Spor

Rahênerê Teknîkê yê Fenerbahçeyê Domenîco Tedesco: "Pêşbirkeke baş wê çêbibe û em ji bo vê pêşbirkê amade ne"

Süha Gür, Eren Bozkurt  | 06.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Rahênerê Teknîkê yê Fenerbahçeyê Domenîco Tedesco: "Pêşbirkeke baş wê çêbibe û em ji bo vê pêşbirkê amade ne"

Adana

 Di nîvfînala Kupaya Super a Turkcellê da beriya pêşbirka Fenerbahçe-Samsunsporê ya ku wê îro çêbibe civîneke çapemeniyê hat lidarxistin û Rahênerê Teknîkê yê Fenerbahçeyê Domenîco Tedesco wiha got: "Pêşbirkeke baş wê çêbibe û em ji bo vê pêşbirkê amade ne."

Rahênerê Teknîkê yê Fenerbahçeyê Domenîco Tedesco di civîna çapemeniyê ya li Stada Nû ya Edeneyê ya ku wê mazûvaniya pêşbirkê bike hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku ew ê bi tîmeke baş û rêkûpêk ra bên pêşberî hev.

Tedesco wiha axivî: "Em kêfxweş in ku li vir in. Me li dijî Samsunê pêşbirkek kir û ew ne lîstika me ya herî baş bû. Bi rastî, me li dijî tîmeke baş û rêkûpêk pêşbirkeke xirab pêk anî. Thomas (Reîs) karekî pir baş dike. Ev ê ji bo me ceribandineke baş be. Bi tenê amadehiyeke 2-3 rojan va ne mimkûn e ku em fêm bikin ka em çawane, lê hewcedariya me bi vê bêhnvedanê hebû. Pêşbirkeke baş wê çêbibe û em ji bo vê pêşbirkê amade ne."

Rahênerê 40 salî diyar kir ku serkeftin ji bo mayîna sezonê wê hêzeke zêde bide wan û wiha got, "Serkeftin her gav baş e. Ew her gav alîkariya we dike. Min dema ku em nû hatin got ku tiştek nikare şûna serkeftinan bigire. Tiştê herî girîng ya ku me bi hev ra girê dide serkeftin e. Sedema hatina me ya vir ew e ku di pêşbirka sibê da em bi ser bikevin. Serkeftin wê hêzeke zêde bide me, lê heke nebe jî, em ê di rêya xwe da dewam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.