Pêşbirka Îspanya-Tirkiyeyê 2-2 beramber bi dawî bû
Andalucia
Di maça şeşem û dawîn a Gruba Eyê ya Jêxistinên Ewropayê yên Kupaya Cîhanî ya FIFA 2026an da Tîma A ya Neteweyî ya Fitbolê ya Tirkiyeyê li hemberî Îspanyayê di 2-2yan da ma, di rêza duyem da grub bir serî. Tîma neteweyî ji bo beşdariya Kupaya Cîhanî dê di play-offan da têbikoşe.
Vincenzo Montellayê dîrektorê teknîkî yê Tîma A ya Neteweyî ya Fitbolê ya Tirkiyeyê diyar kir ku ew bi performansa lîstikvanên xwe serbilind e.
Montella di civîna çapemeniyê ya piştî maça li La Cartuja Stadê da axivî û wiha got, "Ev maç min pir serbilind dike, dema min piştî maçê bi lîstikvanên me ra xeberda, min spasiya wan kir. Fedekarî û têkoşîneke nedîtî nîşan dan. Me heta dawiyê ceriband lê nebû, mimkun bû em xalib jî vegerin. Bi vê beramberiyê va em piştî performanseke baş, kêfxweş vedigerin."
Mirovê teknîkî yê bi tecrube bal kişand ku hemû mitaleyên wî play-offên di meha adarê da ne û wiha got, "Di meha adarê da em ê pêk va li pey xeyalekî mezin bibezin. Dibe ez ricayekê bikim, heger em meha adarê bi kuluban ra biaxivin ku maçekê kêmtir bidin lîstin da ku şansê me çêbe em bi lîstivanên xwe ra çend rojan bêtir bixebitin, heger di vê mijarê da herkes tevkariyê bike ezê pir kêfxweş bim."
Tirkiye dê di maça ewil a tura play-offê da ji Swêd, Romanya, Îrlandaya Bakur û Makedonyaya Bakur ku di torbeyê 4em da ne, bi yekî ra bilîze.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
