Peşkên Kupaya Cîhanê ya 2026an wê di 5ê Kanûnê da li Washîngtonê bên avêtin

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand peşkên Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an wê di 5ê Kanûnê da li paytext Washîngtonê li Kennedy Centerê bên avêtin.
Trump li Qesra Sipî di bernameya ku Serokê FIFAyê Gîannî Infantîno jî beşdar bû da der barê pêşbirkên Kupaya Cîhanê ya 2026an da axivî ku wê sala bê li Amerîka, Kanada û Meksîkayê bên lîstin.
Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku peşkên Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an wê di 5ê Kanûnê da li paytext Washîngtonê li Kennedy Centerê bên avêtin.