Motorsîklêtvanê neteweyî Razgatlioglu li Îtalyayê di pêşbirkê da bû yekem
Ankara
Motorsîklêtvanê neteweyî Toprak Razgatlioglu li Îtalyayê di pêşbirka rêzkirinê (Superpole) ya Şampiyoniya Superbikeê ya Dinyayê da bû yekem.
Toprak wek werzişvanê Tîma Pata Yamaha with Brixx WorldSBKê li Pîsta Mîsanoyê beşdarî pêşbirkê bû û di rêza yekem da alayê derbas kir.
Alvaro Bautistayê Îspanyayî bû duyem û Jonathan Reayê ji Îngiltereyê jî bû sêyem.
Toprak wê bi saeta Tirkiyeyê di saet 16.15an da beşdarî pêşbirka duyem bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.