Spor

Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya 7emîn dest pê kir

Mihrîcan wê li Balafirgeha Ataturkê bê lidarxistin û çar rojan dewam bike

Ceren Aydınonat  | 21.05.2025 - Rojanekırın : 22.05.2025
Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya 7emîn dest pê kir

Istanbul

 Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya 7emîn wê îro li Stenbolê dest pê kir

Mihrîcana ku ji hêla Yekîtiya Etnospor Dinyayê va wê îsal cara 7emîn bê lidarxistin, wê li Balafirgeha Ataturkê çar rojan dewam bike.

Kesên ku beşdarî mihrîcanê bibin, wê bikaribin bê pere beşdarî hemû çalakiyan bibin.

Mihrîcan wê nava hefteyê di navbera saet 10.00-19.00 û dawiya hefteyê jî di navbera saet 11.00-20.00î da pêk bê.

Ajansa Anadoluyê (AA) şirîkê mihrîcanê yê ragihandina global e ku ji 35 welatan beşdar wê beşdarî mihrîcanê bibin.

Di mihrîcanê da wê di qada werzîş, lîstik û hunerên kevneşopî, gastronomî û hunerên performansê da gelek çalakî bên lidarxistin.

Ziyaretvan wê bikaribin gelek werzîşên wekî tîr û siwarbûna hespan biceribînin.

Di mihrîcanê da pêşandanên werzîşa siwarî û gulaşê jî hene.

Li qada konên çandê ziyaretvan wê bikaribin çandên cuda nas bikin.

Muzeya enstrumanan, şahî, pêşangehên cuda, atolyeyên hunerê û konser wê di mihrîcanê da cî bigirin, zarok jî wê beşdarî van şahiyan bibin.

Ziyaretvan wê bikaribin xwarin, vexwarin û qehweyên cuda ên welatan biceribînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın