Mutlu Demirtaştan
11 Hezîran 2023•Rojanekirin: 11 Hezîran 2023
Di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Manchester Cîtyê Inter 1-0 têk bir û bû xwediyê kupayê.
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya ku li Stenbolê hat lîstin da nûnerê Îngiltereyê Manchester Cîty û Intera ekîba Îtalyayê hatin hemberî hev.
Di deqîqeya 68emîn a pêşbirkê da Rodrî yê gokbazê Îspanyolî li gokê da û tîma xwe Manchester Cîtyê 1 û 0 bi pêş xist.
Piştî vê golê di pêşbirkê da tu gol nehat avêtin û tîma Îngiltereyê bi ser ket û di dîroka xwe da cara ewil e bû xwedî qûpaya Lîga Şampiyonan a UEFAyê.