Spor

Li Wanê pêşbirka "Tour of Van" a bisiklêtan a navneteweyî dest pê kir

Yılmaz Kazandıoğlu  | 07.09.2023 - Rojanekırın : 08.09.2023
Li Wanê pêşbirka "Tour of Van" a bisiklêtan a navneteweyî dest pê kir

Van

 Li Wanê bi hevkariya Wezareta Ciwan û Werzîşê, Walîtiyên Wan, Bidlîs û Mûşê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Yekîtiya Bisiklêtan a Navneteweyî, Federasyona Bisiklêtan a Tirkiyeyê pêşbirka "Tour of Van" a bisiklêtan a navneteweyî dest pê kir.

Ji 6 welatan nêzî 60 werzişvanên pispor beşdarî pêşbirka ku li Parka Ataturk a navçeya Îpekyoluyê hat destpêkirin bûn.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fatîh Çelîkel daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ew îro ji ber lidarxistina vê çalakiya girîng kêfxweş in.

Çelîkel anî ziman ku rêxistinên bi vî rengî ji bo danasîna Wanê gelekî bi qîmet in û got, "Bisiklêtsiwarên me dê di çalakiya 4 rojan de li ser rêyeke 470 kîlometreyî ya li dora golê pêşbaziyê bikin. Em hewl didin bi çalakiyên wiha bedewiyên derdora Gola Wanê nîşanî hemû cîhanê bidin."

Alîkarê Serokê Federasyona Bisiklêtan a Tirkiyeyê Bahattin Akyon destnîşan kir ku serkeftinên di warê ewlekariya Wanê, parkura wê û organîzasyonê de, ji aliyê Yekîtiya Navneteweyî ya Bisiklêtan (UCI) ve hatiye tescîlkirin.

Werzişvanên ku beşdarî pêşbirkê dibin dê di roja ewil de pedalan heta navçeya Tetwana Bidlîsê biçerxînin û şeva xwe li wê derê derbas bikin.

Werzişvan di roja 2yemîn a pêşbirkê da ji ser rêya Tetwan-Exlatê biçin Milazgirê, di roja 3yemîn da jî ji ser Milazgir-Adilcewazê ra biçin Erdîşê û di roja dawîn da ji Erdîşê xwe bigihînin Wanê û pêşbirkê temam bikin.

Di dawiya her qonaxekê de dê merasima xelatdayînê jî were lidarxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın