Spor

Li Tunceliyê hilkişîna çiyayên ku berfê nixûmandine, turîzma zivistanê zindî dike

Sidar Can Eren  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Li Tunceliyê hilkişîna çiyayên ku berfê nixûmandine, turîzma zivistanê zindî dike

Tunceli

 Li Tunceliyê hilkişîna çiyageran a çiyayên ku bi berfê nixûmîne, turîzma bajêr zindî dike.

Bajarê ku çar demsal jî xweş e bi çalakiyên çiyageriyê û werzişên siruştê va balê dikşîne.

Lûtkeyên çiyayên li navçeyên Ovacix, Pulumur û Nazimiyeyê piştî barîna berfê çîlspî bûn.


Komeke çiyageran a di bin banê Kluba Werzîş û Çiyageriya Lûtkeyê ya Munzurê hat bal hev, hilkişiya çiyê.

Çiyagerên ku çend rojên diyarkirî ên di hefteyê da tên bal hev, herî dawîn hilkişiyan Çiyayên Helê yên li Pulumurê.

Çiyager hatin gundê Karagozê û li rêya ku qasî mêtroyekê berf lê heye hema hema 15 kîlomêtro meşiyan û gihîştin 3 hezar û 142 mêtro bilindahiyê.

Çiyageran li vir bêhna xwe da û wêne kişandin.

Ev çalakiya hilkişîna çiyayan wê heta dawiya meha sibatê dewam bike û ji bo turîzmê jî pir girîng e.

Ji çiyageran Adnan Donmez ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku dema navê Tunceliyê derbas dibe siruşteke destnedayî tê bîra merivan.

Asya Kiliçê jî anî ziman ku hilkişîna Çiyayên Helê kêfxweşî daye wê.

Riyat Salman jî got Tuncelî her demsal bi siruşta xwe va balê dikşîne û ew ger û geşta li vir têr nabe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın