Spor

Li Şirnexê 4emîn Turnuvaya Cup Tenîsê ya Navneteweyî ya Cûdiyê dest pê kir

Ekrem Payan, Aziz Aslan  | 21.05.2025 - Rojanekırın : 22.05.2025
Li Şirnexê 4emîn Turnuvaya Cup Tenîsê ya Navneteweyî ya Cûdiyê dest pê kir

Şırnak

 Li Şirnexê 4emîn Turnuvaya Cup Tenîsê ya Navneteweyî ya Cûdiyê li komelgeha Zanîngeha Şirnexê dest pê kir.

Di hîmayeya Wezareta Ciwanî Werzişê da, bi palpiştî û hemahengiya Federasyona Tenîsê ya Tirkiyeyê û bi piştevaniya Walîtî, şaredarî û Zanîngeha Şirnexê, li komelgeha zanîngehê di 2 kortên girtî û 4 kortên vekirî da turnuva tê lidarxistin.

Ji Mexrib, Gurcistan, Hollanda, Macaristan, Ukrayna, Bulgaristan, Rûsya û Tirkiyeyê 47 werzişvan beşdar bûn.

Bi boneya vekirina turnuvayê li komelgeha Zanîngeha Şirnexê pêşbirka nimayişê hat organîzekirin.

Walî Bîrol Ekicî digel xort û zarokan û jinên ku cilûbergên herêmî li xwe kiribûn beşdarî pêşbirka nimayişê bû.

Walî Ekicî di axaftina xwe ya bernameyê da ji bo lidarxistin û mazûvaniya turnavaya tenîsê ku îsal 4emîna wê li dar dixin, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Ekicî got ku ew gelekî bi kelecan in û wiha dewam kir, "Li pêşber Çiyayê Cûdî dengên biratî, yekîtî û tebayiyê bilind dibin, di rojeke wisa da em vê turnuvayê li dar dixin, em bi vê serbilind in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.