Spor

Li Bulanikê kêfa sporên ser avê

Li Bulanika navçeya Mûşê organîzasyona sporên avê hat kirin.

Abdullah Tel  | 19.10.2018 - Rojanekırın : 23.10.2018
Li Bulanikê kêfa sporên ser avê

Muş

MUŞ

Li Bulanika navçeya Mûşê organîzasyona "Sporên Ava Nerm" hat kirin.

Li ser Gola Bulanikê kano jî tev gelek sporên avê hatin organîzekirin.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Haci Arslan Uzan li ser vê xebatê axivî û diyar kir ku ji ber ciwanên temînata pêşerojê ne di organîzasyoneke wiha da anîne bal hev ew gelek kêfxweş bûn.

Uzun got ku li navçeyê cara ewil e çalakiyeke wiha tê kirin û wiha pê da çû: "Li vê derê bi rastî jî em dibin şirîkê kêfxweşiya zarokan. Gola me ya Bulanikê goleke siruştî ye. Ji bo sporên wiha em dikarin bi hêsanî bi kar bînin. Mirov dikare li derdora wê him bimeşe û him jî bisiklêtê biajo û derfeteke e. Ciwanên ji Bulanikê wê bi terorê neyên rojevê û nebin amûra destê terorê. Divê em ciwanên xwe ji terorê dûr bigirin. Spor û çalakiyên sporê yên wiha jî ji bo vê armancê navbeynkarên herî baş in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.