Keçika Diyarbekirî di gulaşa zend û bendan da madalyaya tunç qezenc kir

Diyarbakir
Berîtan Akyol a 15 salî ya ji Diyarbekirê ku dema ji bîrê av dikişand hat keşifkirin di Şampiyonaya Zend û Bendan a Dinyayê da madalye qezenc kir.
Akyol a li Taxa Jor a gundewarê navçeya Kayapinarê dijî û malbata wê heywandariyê dike 4 sal berê dema ji bîrê av dikişinad ji alî antrenor Mehmet Erk va hat ferqkirin.
Bi rêberiya Erk va Akyol bi gulaşa zend û bendan ra eleqedar bû û di hemû kategoriyên tevlî bû da bi ser ket û di 20-24ê Adara 2020î da jî li Eskîşehirê di Şampiyoniya Tirkiyeyê ya hat kirin da jî bu fuyemîn.
Di Şampiyonaya Zend û Bendan a Dinyayê da ku îsal di 13-14ê Cotmehê da li Kemera navçeya Antalyayê hat kirin da jî di kategoriya keçikên ciwan a 15 salî û 55 kîloyî da bû sêyemîn û madalyaya tunç qezenc kir.
- "Bi tenê ne kur, qîz jî dikarin vê sporê bikin"
Akyolê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku malbata wê bi heywan xwedî kirinê va debara xwe dikin û ew jî ji alî antrenor va dema ji bîrê av dikişand hat keşifkirin û wiha domand: "Ez heftê 4 rojan li eywana sporê dixebitim û rojên li gund dimînim jî avê ji bîrê dikişînim û bi eqrebayan ra gulaşa zend û bendan dikim. Ez di gulaşa zendan da kuran jî têk dibim. Armanca min ewe ku bibim şampiyona dinyayê."
Antrenor Erk got ku gelek kes bawer dikin ku ewê Akyol bibe şampiyona dinyayê û ragihand ku ew jî ji bo vê armancê hewl didin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.