09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Mete Kalkavan dê hakemiya pêşbirka Kupa Super a Turkcellê ya ku dê 13ê tebaxê roja sêşemê ya ku dê di navbera Beşîktaşa şampiyona Lîga Super Totoyê ya Werzişê qezenc kir û Galatasaraya ku Kupa Tirkiyeyê ya Zîreatê qezenc kir de bê lîstin, bike.
Federasyona Fitbola Tirkiyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku pêşbirkdê li Stada Şaredariya Mezin a Konyayê bê lîstin û dê Mete Kalkavan hakemiya pêşbirkê bike. Ceyhûn Sesîguzel û Esat Sancaktar dê wek hakemê arîkar di pêşbirkê de peywirdar bin.
Dan zanîn ku hakemê çaremîn ê pêşbirkê jî dê Alî Palabiyik be.
- 6emîn derbiya Kalkavan
Hakem Kalkavanê ku kokarta wî ya FIFAyê heye di qariyera xwe de dê cara 6emîn di derbiyekî de peywirdar be.
Hakemê 37 salî bi pêşbirka Fenerbahçe-Beşîktaşê ya ku di heyama 2012-2013an de hat lîstin derket derbiya xwe ya ewil, hakem di sezona borî de jî di 3 derbiyan de hat peywirdarkirin.
Mete Kalkavan di sezona borî de di her 2 pêşbirkên ku di navbera Beşîktaş-Galatasarayê de hat lîstin de hakemtî kir. Her du pêşbirkan de jî Beşîktaş bi ser ket. Kalkavan herî dawî sezona borî di fînala Kupa Tirkiyeyê ya Zîreatê de di pêşbirka ku Galatasarê Fenerbahêe 1-0 têk bir de peywirdar bibû.